Mizgînî - Kʼurdîya Kafkazê (hʼerfêd latînî)

Peymana Nû (awa gotî Mizgînî yan Încîl) berî du h'ezar salî bi zimanê Yûnanî hate nivîsarê û belakirinê. Çima bi Yûnanî? Hingê ne t'enê Yûnan, lê gelek merivêd din bi vî zimanî xeber didan. Şagirta «zimanê dinyayê» bona belakirina Xebera Xwedê bijart, çimkî ew ne t'enê bona miletekî, lê bona h'emû merivar'a hate dayînê.
Bira her kesê bi zimanê xwe, ku ew r'ind fe'm dike, hindava h'izkirina Xwedêda bibihê. Lema em h'eta îro K'itêba Pîroz weldiger'înin.

Li vir hûn dikarin t'emamyîya Încîlê bi zimanê Kurmancî xwer'a bik'işînin - lê t'enê bona xwe. © Xudanê welger'andinê: Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz,  Moskovê  (Înstîtût Perevoda Bîblîyî). Em bona îzina Înstîtûtê gelekî r'azî ne.

Ev t'ercime ji zimanê bingehîn, ji Yûnanîya kevin, hatîye welger'andinê û t'evî gelek welger'êd zimanêd din hatîyê bişibandinê.

27 «k'itêb» Peymana Nûda hene, ku ji merivêd bin r'êberîya R'uh'ê Pîroz hatine nivîsarê. Wan h'êmû k'itêb hindava Mizgînîya Îsa Mesîhda dannasîn dikin, usa jî hindava Peymana Nûda, ya ku Mesîh da dayînê.

Heger tu vê Încîlê bi h'erfêd kîrîlî bixwazî, k'erem ke, t'emamyîya Încîlê bi zaravê K'urdîya Kavkazê û h'erfêd kîrîlî li vir heye

MP NTCKJ-LAT403x270[1].jpg